Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin 2025-08-16 12:31:44   ÎZMÎR – >Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK), tehliyeya girtiyê bi navê Nûjen Raperîn Amaç bi hinceta li qawîşa rêxistinkirî dimîne, asteng kir.   Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tehliyeya bişert a Nûjen Raperîn Amaç ê ku li Girtîgeha Tîpa 1 a Kiriklar a Îzmîrê dimîne,  bi hinceta “nebaşhaliyê” asteng kir. Amaç ê ku di sala 2020’an de dema li Zanîngeha Dokuz Eylulê xwendekar bû hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal ceza lê hate birîn, tehliyeya wî ya bişert taloqî 13’yê Çileyê 2026’an bû. Amaç ê ku dê di 14’ê Tebaxê de bihata berdan, bi hinceta ku li qawîşa rêxistinkirî dimîne der heqî wî de biryara “nebaşhaliyê” hate dayîn.    NAKOKÎ DI BIRYARAN DE HEYE   Parêzera Amaç Aryen Turanê, têkildarî nirxandinên lijneyê ev tişt got: “Berî taloqkirina tehliyeya wî bi hefteyekî di 06.08.2025’an de têkildarî Amaç de nirxanina “başhaliyê” hatiye kirin. Din ava hefteyekî de tu guhetinek tune û lijne bi biryarê xwe re dikeve nakokiyan. Du sal in muwekîlê min tu cezayê dîsîplînê negirtiye û ji ber mayîna wî ya li qawîşa rêxistinê der heqê wî de biryara “nebaşhaliyê” hatiye dayîn. Di qanûnan de têgeha qawişa rêxistinkirî an qawişa nerêxistinkirî nîn e.”   ÎGK VEGUHERIYE MEKANÎZMAYA CEZAKIRINÊ   Aryen Turanê, destnîşan kir ku lijne bi biryarên nakok ve tehliyeya girtiyan asteng dike û ev tişt got: “Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê li dijî girtiyên siyasî bûye mekanîzmayeke cezakirinê. Ev lijne, cezaya girtiyên ku cezayê xwe xilas kirine careke din didarizîne û bi ceza dike. Di van lijneyan de bêyî dozger kesên ne hiqûqzan ceza didin. Biryarên liljneyê ne hiqûqî ne . Em bawer in ku dê komîsyona li Meclisê der heqê biryarên kêfî yên vê lijneyê û mekanizma wê de sererastkirinên qanûnî bike.”