Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir 2025-08-16 12:27:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êranşehr ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê di encama êrişeke çekdarî ya li ser qereqoleke polîsan de, polîsek mir.   Navenda Ragihandina Polîsan ya Sîstan û Beluçistanê ya Îranê, bi daxuyaniyekê ragihand ku danê sibehê li Êranşehr ya girêdayî Sîstan û Beluçistanê, komeke çekdar êrişî qereqoleke polîsan ya li bajêr kiriye. Hat gotin ku di encama êrişê de polîsek bi navê Ramîn Sadeqî hatiye kuştin û polîsek jî birîndar bûye.   Li gorî daxuyaniyê, polîsan jî bersiva koma çekdar daye û hinek çekdar birîndar bûne. Piştî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.   Heya niha tu kes an derdor berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.   Her wiha di 10’ê Tebaxê de jî di encama êrişeke çekdarî ya li ser qereqoleke polîsan ya li bajarê Serwanî ya dikeve Başûr Rojhilatê Îranê de, polîsek hatibû kuştin û efserek jî birîndar bûbû.