Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin 2025-08-16 11:07:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Nadîa Baloch a ku bavê wê bi “kiryar nediyar” ve hate qetilkirin, ji bo azadiya xûşka xwe ya girtî têdikoçe. Nadîa Baloch, diyar kir ku têkoşîna wan ji bo hemû gelê Belûc e.    Têkoşîna gelê Belûc ji bo azadiyê, di sala 1876’an de bi metîngehkirina Îngilistanê ya Mîrektiya Kelatê, ku yek ji çar mîrektiyên Belûc e, ve dest pê kir, îro jî di têkoşîna li dijî Îran, Pakistan û Efxenîstanê de berdewam dike. Gelê Belûc ê ku welatê wan li bakur ji aliyê Efxanistanê, li rojhilat ji aliyê Pakistanê û li rojava ji aliyê Îranê ve hatiye dagirkirin, bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû ye. Gelê Belûc ku nikarin sûdê ji çavkaniyên welatê xwe werbigirin û maf û azadiya wan ji aliyê 3 welatan ve hatiye astengkirin li dijî wan polîtîkayên koçkirin, windakirina bi darê zorê, binçavkirin û îşkenceyê tê rêvebirin. Di sala 1946’an de piştî vekişîna Îngilistanê, têkoşîna gelê Belûc a ji bo serxwebûnê didome û ji ber têkoşîna xwe bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin.    Li dijî Komîteya Yakcetî ya Belûc (KYB) a ku xebatên siyasî dike, tundî tên kirin. KYB a ku serkirdeyê wê demeke dirêj e girtî ye, aktivîstên wê jî bi girtin û bi tundiyê re rû bir û mane.    32 ROJ IN JINÊN BELÛC TÊDIKOŞIN    Aqûbeta 9 hezar têkoşerên ku girêdayî KYB’ê nayê zanîn, li dijî vê yekê aktivîstên Belûc ji bo pirsa aqûbeta windayan her tim li kolanan çalakiyê li dar dixin. Jinên Belûc, 32 roj in ji bo berdana serkirdeyên KYB’ê li Pakistanê li pêşiya Kulûba Çapemeniyê ya Îslamabadê çalakiya rûniştinê li dar xistine.    Çalakvan Nadîa Baloch a ku xûşka serkirdeyekî KYB’ê Dr. Mahrang Baloch e, geşedanên herêmê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) rave kir.    ‘EM JI BO KESÊN KU NIKARIN DENGÊ XWE RAGIHÎNIN JÎ ÇALAKIYÊ DIKIN’   Nadîa Balochê diyar kir ku çalakiya rûniştinê tenê ji bo xizmên xwe yên girtî li dar nexistine got: “Em ji bo kesên ku nikarin dengê xwe ragihînîn jî protesto dikin. Ne qanûn û ne jî destûra bingehîn rê nade windakirinên bizorê. Saleke berê Dr. Mahrang Baloch, ji bo heman armancî protesto kiribû, niha jî bi havalên xwe yên siyasetmedar re girtî ye. Em ji bo wan li vir in. Em ji bo berdana serkirdeyên KYB’ê li vir in.”   ‘DEWLETA PAKISTANÊ LI ME GUHDAR NAKE’   Nadîa Baloch, destnîşan kir ku kesên ku dewlet wan dişîne hewl didin çalakiya wan sabote bikin û wiha pê de çû: “Dewleta Pakistanê li me gudhar nake, her roj hinek kesên bi guman dişîne da ku me aciz bike. Gelek kesên ku xwediyê çîrokên cihê li vir hene. Li vir xwendekar, parêzer û nivîskar hene. Meha bihurî, dadgeha Quettayê, parêzerê bi navê Hakkem Baloch ê ku wêneyê Dr. Mahrang Baloch û serkirdeyên KYB’ê kişandibû, bizorê da windakirin. Pişt re tu agahî jê nehate girtin. Malbata wî jî li vir e.”   ‘EM WEKHEVIYÊ DIXWAZIN’   Nadia Baloch, bal kişand ser wekheviya di qanûnan de û ev tişt got: “Daxwazên me diyar in: Divê kiryarên li dijî hemû kesên hatine windakirin li gorî qanûnan be û serkirdeyên KYB’ê bên berdan. Em mirov in û nêzikatiyên mirovane dixwazin. Divê gelê me bizorê neyê windakirin û dozên ku li dijî serkirdeyên KYB’ê hatine vekirin bên girtin da ku li dijî kiryarên dewletê yên ne qanûnî karibin têkoşîna siyasî rêve bibin.”   Nadîa Baloch, rave kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku ev mirov ker in, lêbelê em dizanin ku berxwedan jiyan e; li cihe ku tundi lê hebe li wir her tim têkoşîn heye.”    MA / Berîvan Kutlu