UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin 2025-08-05 14:55:38   NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê daxuyand ku li Xezeyê ji ber şer rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin.    Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Xezeyê zarok ji ber bombebaranan, birçîbûn û kêmasiya xizmetên jiyanî yên sereke jiyana xwe ji dest didin.   ŞER ROJANE 28 ZAROKAN DIKUJE   Li gorî daneyên UNICEF’ê; di 22 mehên dawî de li Xezeyê zêdetirî 18 hezar zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ev yek jî tê wê wateyê ku li Xezeyê her roj 28 zarok jiyana xwe ji dest didin.   ‘HEWCEHIYA ZAROKAN BI AGIRBESTÊ HEYE’   UNICEF’ê da zanîn ku ev yek bobelateke mirovî nîşan didin û banga; "Hewcehiya zarokên li Xezeyê bi xwarin, av, derman û parastinê heye. Lêbelê beriya her tiştî hewcehiya wan bi agirbestê heye, tavilê agirbest" kir.   Her wiha li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji Gulana 2025’an ve li Xezeyê zêdetirî hezar û 500 kesan li cihên belavkirina alîkariyan yan jî li ser rêyên alîkariya mirovî dema ku xwestine xwe bigihînin xwarinê hatine kuştin. Hate diyarkirin ku ev mirin li herêmên alikariyê yên di bin kontrola leşkerên Îsraîlê de pêk hatine.