Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir 2025-07-21 14:32:31 ENQERE – Civîna Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û ya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kir.   Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHP’ê li Meclisê ziyaret kir.   Bahçelî, li ber deriyê odeya xwe ya li Meclisê pêşwaziya Kurtulmuş kir. Piştî kişandina dîmen, civînê dest pê kir. Tê payîn ku dê roja Sêşem an Çarşemê Kurtulmuşê, serdana DEM Partiyê û roja Pêncşemê jî serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bike.   Di civînan de dê hûrgiliyên komîsyona Meclisê bê gotûbêjkirin.