Li Egeyê şewatên daristanan 2025-07-09 11:02:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata li qada daristanê ya navçeya Sindirgi ya Balikesîrê dest pê kir, di roja 2’yemîn de didome. Şewatên li Manîsa, Uşak û Kutahyayê di nava zeviyan de dest pê kirin jî hatin kontrolkirin.  Duh li qada daristanê ya Taxa Kurendere ya navçeya Sindirgi ya Balikesîrê şewat derket û şewat di roja 2’yan de didome. Bi bilindbûna dûkolê re li herêmê 3 helîkopter, 3 balafir û 15 arazoz hatin sewqkirin. Bi tarîbûna rojê re bi 17 arazoz, 10 amûrên midaxileya ewil, 7 wesayîtên veguhestina avê, 9 makîneyên kar û 110 personelan ji bejahî ve midaxile hate kirin. Xebatên vemirandinê yên komên bejahî di tevahiya şevê de domiya û bi serê sibehê re mudaxileya hewayî jî dest pê kir.    LI UŞAKÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN      Duh il navçeyên Banaz û Eşleyê yên Uşakê û navçeya Sarigol a Manîsayê jî şewat derket û ev şewat hatin kontrolkirin. Xebatên sarkirina qada şewatê yên li van herêman didome.    Li qada daristanê ya nêzî gundê Kizilhîsar ê navçeya Banaz a Uşakê şewat derket û li ser vê yekê gelek arazoz, makîneyên kar, komên agirkujiyê, balafirek û helîkopterek li herêmê hatin veguhestin. Bi mudaxileya koman re şewat hate kontrolkirin. Bi tarîbûna rojê re mudaxileya hewayî bi dawî bû û midaxileya bejahî di tevahiya şevê de domiya. Ji ber metirsiya şewatê, pezê di govan de ji bo tevdîrê hatin valakirin.    Li devera Turkmen Tepe ya Taxa Ziyanlar a navçeya Sarigol a Manîsayê jî şewat derket û ji ber bayê di demekî kin de mezin bû gihaşt çolterê gundê Eşmetaş ê navçeya Eşme ya Uşakê. Bi gelek arazoz, makîneyên kar, 4 helîkopter û 3 balafiran midaxileyî şewatê hate kirin. Piştî roj tarî bûyî ji bejahî ve midaxile hate kirin. 15 malên gundê Eşmetaşê ji bo ewlehiyê hatin valakirin.    Li nêzî gundê Agabey ê navçeya Eşmeyê ji ber agirê şivanekî hil kiribû, şewat derket. Koman midaxileyî şewatê kirin û ji bo tevdîrê 5 avahiyên li Taxa Sandalê yê gundê Agabayê hatin valakirin.    Waliyê Uşakê Nacî Aktaş li herêma şewatê lêkolîn kir û got ku ji ber şewatan 3 kes hatine binçavkirin.    LI KUTAHYAYÊ QADA ÇANDINIYÊ ŞEWITÎ      Li gundê Erenkoy ê navçeya Altintaş a Kutahyayê jî di nava zeviyên çandiniyê de şewat derket û rê li ber zirareke mezin vekir. Ji ber bayê, şewat heta nêzî gund hat û piştî midaxileya 2 saetan şewat hate kontrolkirin. Xebatên sarkirinê yên li herêmê didomin. Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha zirareke mezin gihiştiye 800 dekar qada çandiniyê.