Plana Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye 2025-07-09 10:43:50   RIHA – Rojnameger Zeynep Boran têkildarî planên Tirkiyeyê yên piştî HTŞ’ê li Sûriyeyê dixwaze bixe meriyetê û got: “Artêşa Tirk ji bo li bajar û navçeyên qeraxê serwer be dê baregehan ava bike. Dixwaze bi vê planê xeta stratejîk a Behra Spî bixe bin kontrola xwe.”   Li Sûriyeyê di 8’ê Kanûna 20024’an de piştî têkçûna rejîma Baasê li welat alozî û qetlîam didomin. Li Şam û bajarên peravên Behra Spî welatiyên Elewî hedef tên girtin û her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelên din hedef tên girtin.    Saziyên navneteweyî bi taybetî Yekitiya Ewropa (YE) di raporên xwe de ragihandin ku komkujiyên Elewiyan li herêmên bejahî ji aliyê komên ser bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê  ve tên birêvebirin. Di nav YE'yê de Tûgaya Sûltan Suleyman Şah (El Emşat), Daîreya Hamza (El Hamzat) û Tûgaya Sûltan Mûrad a ku OSO'yê pêk tîne û niha jî di nava hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de cih digire, di lîsteya cezayan de ‘ji binpêkirina mafên mirovan û înfazên kêfî berpirsyar in’.   Tê zanîn ku ev komên paramîlîter wekî di raporên binpêkirina mafên mirovan de ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018'an de hatine weşandin, di sala 2019'an de serêkaniyê û Girê Spî hatine weşandin, di gelek sûcên wekî revandin, tecawiz, destdirêjî, bazirganiya kesan, talankirin û şantajê de cih girtine. Tê zanîn ku ev hêz hê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin. Li aliyê din HTŞ'ê jî gelek kesayetên ku di nava van komên paramîlîter de cih digirin û wezîfeyên cuda pêk tînin, kir ku li Sûriyeyê bibe xwedî gotin.   LI BAJARÊN KURDAN HATIN BICIHKIRIN   Rojnamevan Zeynep Boran ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, bûyerên piştî HTŞ'ê û planên Tirkiyê yên li qadê axivî. Zeynep Boran bibîr xist ku komên ser bi SMO piştî hilweşîna rejîmê li herêmên xwe seferber bûne û got, "Van koman di eniyên pêş ên bi pêşengiya HTŞ'ê de roleke aktîf lîstin. Tevî ku ev kom bi awayekî fermî weke 'hêmanên artêşa nû ya Sûriyeyê' tên binavkirin jî, rewşa li ser rûyê erdê gelekî cuda ye. Li navendên fermî yên li navenda Efrînê, navçeyên Cindirêsê û Mabetayê bi cih bûne.”   ENKS A DI NAV PLANÊ DE    Zeynep Boran diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku di çarçoveya plana nû de hebûna xwe ya li herêmê xurt bike û wiha got: "Li gorî plana ku îstîxbarata HTŞ û MÎT'ê hevpar amade kiriye, biryar hate dayin ku di qonaxa yekemîn de 700 komên çekdar derbasî Girê Spî, 600 jî di bin sîwana Yekîneya Ewlekariyê ya Giştî de biçin Serêkaniyê. Li ser vê bingehê MÎT'ê dest bi pêşxistina perspektîf û planên nû kir da ku vegera koçberên Efrînê veguherîne desthilatdariya xwe û daxwaza Rêveberiya Xweser betal bike. Ji bo ev plan bi temamî bi cih were anîn, hin endamên ENKS'ê û ajanên Parastin hatin aktîfkirin.”   ‘MÎT’E QETILKIRINA ELEWIYAN PLAN KIR’   Zeynep Boran balkişand komkujiyên li nêzî deryayê û wiha axivî: “Li Lazkiye, Tartûs, Hama û Humusê nêzî 50 qetlîam pêk hatin. 12 komên çete ên girêdayî Wezareta Parastina Sûriyeyê ne di qetilkirina Elewiyan de cih girtin. Piraniya van komên demên borî de ji ber pratîkên xwe yên binpêkirina mafên mirovan rastî cezayên navneteweyî hatibûn. Serkêşiya komkujiyê çeteyên girêdayî MÎT’ê pêk anîn. Nemaze jî El Emşat, Sultan Murat û El Hamzat serkêşiya komkujiyan kirin û jixwe van koman li Efrînê jî gelek bûyer pêk anîn.”   PLANÊN TIRKIYEYÊ   Zeynep Boran planên Tirkiyeyê yên li herêmê bi vî rengî vegot: 'Di dîmenên ku min di wê serdemê de kişand, di serî de El Hamzat, her wiha komên çete yên Sultan Murat û El Emşat zêdeyî 3 hezar teqwiyeyên çeteyan ber bi herêmên bejahî ve kirin. Tirkiye di dema nû de hem bi tevgerên vekirî hem jî veşartî tevlî qada Sûriyeyê bû. Di hefteya dawî ya meha Sibatê de, di navbera rayedarên MÎT'ê û îstîxbarata HTS'ê de ji bo plana êrîşê hevdîtin hatibû kirin. Rola operasyonê ya yekser a MÎT'ê bêhtir bi dizî hat meşandin. Komkujiyên ku li bajarên bejahî yên Sûriyeyê li dijî nifûsa Elewiyan hatin kirin, ji aliyê kesekî bi navê General Aslan ê bi eslê xwe ji Rihayê ku yek ji berpirsyarên qadê yên MÎT'ê ye û Berdevkê Wezareta Parastinê ya HTS'ê Hasan Abdûlganî ve hatin kirin. Komên çete yên di bin perspektîfên MÎT'ê de tevdigerin komkujiya Elewiyan bi awayekî sîstematîk pêk anîn.”   ERAZÎ ERZAN HATIN FIROTIN   MÎT'ê, bazirganên Sûriyeyî yên bi xwe û rejîma HTŞ'ê ve girêdayî wezîfedar kir ku erdên şewitî yên Elewî û Xiristiyanan bi buhayekî kêm bikirin. Ev bazirgan xwediyê paytextên mezin in û li Deraa, Sermeda, Cerabûlûs û Ezazê buroyên wan ên pevguhertinê hene, her wiha li bajarên Reyhanli, Antakya, Bursa û Îzmîrê yên Tirkiyeyê buro û şîrketên wan hene.   ARMANC KONTROLKIRINA BEHRA SPÎ YE   Li gorî plana MÎT'ê, wê li erdên kirîn xalên ewlekariyê yên hevpar ên Tirkiye-Şamê bên avakirin û ji bo artêşa Tirk li bajar û bajarokên bejahî serdest be, baregehên Tirk bên avakirin. Ev yek di daxuyaniya serokê MÎT'ê de ya 'Divê li peravê zêdetir baregehên Tirk werin avakirin' nîşan dide. Tirkiye bi vê planê armanc dike ku sînorên xwe yên Deryaya Spî ku xeteke stratejîk e bi dest xwe ve bîne.”   PLANA EFRÎNÊ   Zeynep boran anî ziman ku plana ku li Efrînê xistibûn meriyete vê carê jî heman planê li deverên Elewî dijîn xistine meriyete. Zeynep Boran da zanîn ku komkujiya li hemberî Kurdan pêk hatibû, vê carê jî li hemberî civaka Elewî pêk hat û wiha got: “Li ber çavê hemû cîhanê komkujiyên ku li hemberî Kurdan pêk hatibûn vê carê bi destê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li hemberî Elewiyan pêk hat. Çeteyên ku komkujî pêkanîn hewce nedîtin ku xwe veşêrin û aşkera komkujî pêk anîn.”   Boran diyar kir ku qetilkirina Elewiyan tenê mijara binpêkirina mafên mirovan nîn e, her wiha raste rast encamên polîtîkayên Tirkiyeyê ne û wiha got: “Îro li hemberî civaka navneteweyî pirseke aşkera heye; Li Sûriyeyê desthilatên nû gelo dê sûcên berê hatine kirin binixûmînin an bi rastî jî dê pêşî li edaletê vekin?”   MA / Ceylan Şahînlî