Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin 2025-07-07 14:50:25 ENQERE - Şandeya Îmraliyê beriya hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Weke tê zanîn pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Taybetiyên vê qonaxê û hewcehiyên wê em ê bi birêz serokkomar re biaxivin.”  Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, ji bo hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re ji navenda giştî ber bi Kulliyeyê ve bi rê ketin.    ‘JI BO GAVÊN PÊWÎST GIRÎNG E’   Şandeyê, li pêşiya navenda giştî pirsên rojnamegeran bersivand. Pervîn Buldan, diyar kir ku hevdîtina bi Erdogan re dîrokî ye û got: “Ji ber ku êdî pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Di vê qonaxa nû de hewcehî bi axaftinê heye. Pêdivî bi danûstandina fikrî heye. Em ê bi birêz serokokmar û şandeya pê re li ser van mijaran biaxivin û nîqaş bikin. Ji bo gavên pêwîst ev axaftin girîng in. Em qîmeteke mezin didin vê hevdîtinê.”    'DÊ LI SER GAVÊN PIŞTRE WERE AXAFTIN’   Sancar jî got ku hevdîtina tê kirin girîng e û ev tişt anî ziman: “Demekî kin berê me bi hevserokên giştî re hevdîtin kir. Weke tê zanîn pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Têkildarî taybetiyên vê qonaxê, pêwîstiyên wê em ê bi birêz Serokkomar û şandeya wî re biaxivin. Em ê nêrînên xwe yên di vê mijarê de pê re parve bikin. Em ê li wan guhdar bikin.”    Ji bo pirsa têkildarî 12 leşkerên ji ber gaza metanê jiyana xwe ji dest dan jî Sancar got: “Di dema hevdîtinê de haya me jê çêbû. Hem em hem jî birêz Ocaaln gelek xemgîn bû. Ji bo ev êş êdî çênebin, peywira me ye ku em vê rêyê pêş bixin. Em hêvîdarin ku di demekî nêz de ev êş bi dawî bibin.”    Pervîn Buldan jî ji bo heman pirsê wiha got: “Qîmeta aştiyê jî di vir de diyar dibe. Ji bo êdî tu mirovên me nemirin hewceye aştî pêş bikeve.”    Piştre jî şande ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket.