Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir? 2025-07-03 12:20:40 STENBOL - Şandeya Ewropayê ku li Stenbolê civîna “Maseya Gilover” li dar xist, diyar kir ku Abdullah Ocalan “lîderekî kûrewî” ye û li ser xebatên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş kir.    Ji welatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de hatin Stenbolê û çendek hevdîtin kirin. Di nava şandeyê de rojnameger, aktîvîst, wekîl, hiqûqnas, nivîskar, akademîsyen û parastvanên mafên jinan jî hebûn.    Wekîlê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferat Koçak, Rêvebera Komeleya Jinên li Sirgunê, endama Meclisa Eyaleta Katalonyayê Eulalia Reguant i Cura, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Komeleya Partîzanê ya Îtalyayê Roberto Giudici, Şêwirmendê Rojhilata Navîn ê Koma Partiyê ya Parlamentoya Ewropayê S&D (Koma Sosyalîst) Francesco Cerasani, Wekîlê Partiya Demokratîk a Destûra Bingehîn Arita Yoshifu, rêvebera Komeleya Jinên Feminîst a Fransayê Pascale Martin, Nûnerê NY’ê yê MRAP’ê Gianfranco Fattoroni, Wekîlê Partiya Ên Serî Natewînin Carios Martens Bilongo, Serokê Tevgera Kolektîf a Sekuler a Belçîkayê Djemila Benhabib û gelek kesên di şandeyê de cih girtin.    CIVÎNA MASEYA GILOVER     Yek ji armanca sereke ya şandeyê jî daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û piştevaniya bi “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” re bû. Armanca din a şandeyê jî pêşxistina piştevaniya enternasyonalîst û têkoşîna hevpar bû. Şandeyê, ji bo agahîgirtinê bi Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir.    Şande, ji ewil çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Şandeyê, daxwaznameya bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re radestî parêzeran kir. Şandeyê, duh jî li hotêleke li Taksîmê civîna “Maseya Gilover” li dar xist. Navê “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” lê hate kirin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, ji TJA’yê Sebahat Tuncel û Cîgirê Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebru Gunay tev li civînê bûn.    SERNAVÊN DERKETIN PÊŞ      Rojeva civînê, li gorî geşedanên di çarçoveya pirsgirêka Kurd de teşe girt. Mijarên weke; ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare çi were kirin, rêya pêşxistina têkoşîn û piştevaniya enternasyonalîst a di vê çarçoveyê de, gavên dikarin li Ewropayê bên avêtin, kesên di şandeyê de cih digirin dikarin li welatên xwe çi xebatan bimeşînin, dikarin ji bo pêvajoyê çawa sûdewer bin û hwd. hatin nîqaşkişrin. Her yek ji endamên şandeyê 5 deqeyan der heqê têkoşîna azadiyê ya Kurdan, Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de nêrînên xwe parve kirin.  ABDULLAH OCALAN JI BO ŞANDEYÊ PEYAMEKE SURPRÎZ ŞAND    Yek ji hûrgiliya herî girîng jî peyama Abdullah Ocalan a ji bo şandeyê bû. Endamên şandeyê hay ji peyamê nebûn û dema di destpêka civînê de hate xwendin, bû surprîzeke mezin. Endamên şandeyê bi baldarî lê guhdar kirin û li çepikan xistin.    Beşa “(...)Min tu caran azadiya xwe ya şexsî ji azadiya civakî cuda negirt dest. Jixwe, min her tim gotiye ku di mercên civakeke azad nehatiye avakirin de azadiyên şexsî jî tu wateyeke xwe nabe. Bi vê sedemê; ez vê gava we, ji bo pêşeroja demokratîk a hevpar a gelên me gelek watedar, sûdewer û weke bangekî gelek wêrek dibînim…”  herî zêde bala şandeyê kişand. Di civînê de jî herî zêde ev beş hate nirxandin.    'ŞANDINA PEYAMÊ NEDIHAT XEYALKIRIN’    Wekîla Parlamentoya Îtalyayê Francesca Ghirra, matmayina xwe ya têkildarî şandina peyamê wiha vegot: “Guhdarîkirina peyama birêz Ocalan gelek girîng e. Nedihat xeyalkirin ku peyamek ji Îmraliyê were. Kêliyeke bêhempa bû.”    Endamên şandeyê, diyar kirin ku hewldana Abdullah Ocalan a ji bo azadia civakê pir balkêş û bibandor e û ev hewldana wî li gel Kurdan, her wiha ji bo hemû gelên cîhanê ye. Endamên şandeyê diyar kirin ku ew ji paradîgmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê” bibandor bûne, ev paradîgma bandorê li tevahiya cîhanê dike û di vê serdema şer, milîtarîzm û faşîzm zêde dibe de jî çareserî ye.    PÊNASEYA ‘LÎDEREKÎ KÛREWÎ YE’   Di nîqaşan de her wiha misyona Abdullah Ocalan a di aştî, demokrasî û azadiyan de jî hate destnîşankirin. Kesekî li Hindistanê aktîvîstiya mafên mirovan dike û di vê mijarê de li NY’ê perwerdeyan dide, anî ziman ku pirsgirêkeke lîderiyê ya kûrewî heye û got; “Weke lîderekî kûrewî divê Ocalan mînak bê girtin.” Endamê şandeyê anî ziman ku gelek aliyên fikrên Abdullah Ocalan û Gandhî dişibin hev û bi bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê re ev nêrîn mayinde kiriye.  BANDORA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YA LI SER HINDISTANÊ    Endamê şandeyê anî ziman ku tevgerên civakî yên li Hindistanê di çarçoveya rêveberiyên xweser de modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re dikin mînak û got: “Min texmîn nedikir ku piştgiriyeke kûrewî ji tevgera Kurd re bê nîşandan. Ez, bi kelecaneke mezin tespîtên Ocalan dişopînim. Ez nîqaşên ser Jineolojiyê û konfederalîzma demokratîk, ji nêz ve dişopînim. Abdullah Ocalan, azadiya civakî girêdayî azadiya jinê dike.”    'TEVGEREKE SOSYALÎST E Û EV DIYARKER E’    Di pêşkeşî û nîqaşan de hate destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd li ser zemîneke polîtîk û hiqûqî were çareserkirin. Her wiha li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û teşedayîna pêşerojê nîqaş hatin kirin. Endamek ji Fransayê jî di çarçoveya nîqaşan de ev nirxandin kir: “Artêşa duyemîn a NATO’yê ne karî Kurdan têk bibe ne jî fikran ji holê rake. Berevajî vê, kir ku mesele hêj bêhtir pêşde biçe. Bû pirsgirêkeke ku her kes xwedî lê derdikeve. Tevger û têkoşîneke sosyalîst e û ya diyarker jî ev e. Em vê weke meseleyeke kûrewî dibînin. Ne tenê sekinandina pevçûnan, em daxwaza avakirina demokrasiyê dikin.”    ‘GELÊ KURD LI BER XWE DIDE Û AVA DIKE’    Zextên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan jî bû rojeva civînê. Hat destnîşankirin ku zextên siyasî û çandî bi boneya “tunekirina nasnameya Kurdan” hatine kirin. Hat diyarkirin ku têkoşîna Kurdan a li dijî van zextan, li seranserî cîhanê bandor kir.    Endamekî ji Katalonyayê hatî jî got; “Gelê Kurd tenê li ber xwe nade, her wiha tiştên nû ava dike” û got ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan stratejîk e û “teklîfeke” wêrek e.    'JI HEVRÊ APO RE AZADÎ’   Sendîkavanekî ji Îtalyayê jî anî ziman ku ew “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji nêz ve dişopînin, ji bo Adullah Ocalan têgeha “Hevrê Apo” bi kar anî û got ku ew bi eleqeyeke mezin “Şoreşa Konfederalîzma Demokratîk” dişopînin. Sendîkavanî got ku ew ji têkoşîna li dijî kapîtalîzm, netewe-dewletê gelek bibandor bûye û got: “Ji hevrê Apo û hemû girtiyên siyasî re azadî.”    SERNAVÊN DERKETIN PÊŞ    Endamên şandeyê, anîn ziman ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina demokrasiyê de berpirsyartî dikevin ser milê wan jî. Pêşxistina têkoşîna enternasyonal û mezinkirina têkoşîna hevpar jî yek ji rojeva civînê bû.    Çendek pêşniyarên di civînê de derketin pêş ev in:    * Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê zexta demokratîk a li ser DMME, CPT, NY û sazî û dezgehên navneteweyî were zêdekirin. Her wiha ji bo azadiya girtiyên siyasî divê zext li hikûmeta Erdogan were kirin.    * Divê pirsgirêka Kurd bixin rojeva NY’ê û piştî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê jî pirsgirêka Kurd divê li NY’ê bi awayekî periyodîk were lêkolînkirin.    * Ji bo PKK ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin divê li welatan xebat û kampanya bên destpêkirin. Di vê mijarê de zext li hikûmetan were kirin.    * Ji dema welatên Ewropayê têkiliyên bi Tirkiyeyê re dideynin pirsgirêka Kurd weke parametreyekê bigirin dest, xebat bên meşandin.    * Di 4’ê Tîrmehê de dê li Îtalyayê daxuyaniyek were dayin. Dê têkildarî hevdîtinên li Stenbolê û gavên dikarin di pêşerojê de bên avêtin, nîqaş bên kirin.    * Divê krîza demokrasiyê ya li cîhanê weke firsendek were dîtin. Divê piştevaniya bi vê pêvajoyê re bê xurtkirin û weke projeya pêşerojê bê destgirtin.    * Ji bo pirsgirêka Kurd li Ewropayê xuyanîtir bibe, divê xebat û têkoşîn bên kirin. Ji bo statuya Kurdan hewceye kampanya bên meşandin.    * Ji bo hevdîtin piştevaniyê derbas bikin û veguhere têkoşîneke kûrewî, divê civînên online bên kirin, çalakiyên hevpar bên lidarxistin.    * Dema endamên şandeyê vegeriyan welatên xwe, dê tabloya li Tirkiyeyê vebêjin. Her wiha dê banga Abdullah Ocalan bi civakê re were parvekirin û ji bo mekanîzmayên di vê derbarê de bikevin meriyetê jî xebat bên kirin.    MA / Dîren Yurtsever