Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin 2025-07-01 12:02:06   STENBOL - Ferîde Eralp diyar kir ku tevgerên jinan di pêvajoyên çareseriyê de xwedî mîrateyeke girîng in û got: “Em xeyala aştiyeke ku jin jî azad dibin bikin û il gorî wê bixebitin.”     Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ji bo civakîkirina vê bangê hem li welat hem li derveyî wlat xebatên girîng tên kirin. Abdullah Ocalan, di nameya xwe ya dawî de banga li jinan kir ku pêşengtiyê bikin û pêvajoyê birêve bibin. Tevgera jinên Kurd û ya Tirkiyeyê jî têkildarî pêvajoyê civînên hevpar li dar xist û xebatan dikin. Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî di vê çarçoveyê de hate avakirin û xebatên xwe mezin dike. Înîsiyatîf, ji bo rakirina astengiyên li pêşiya aştiyê û bi daxwaza avakirina komîsyonê, dê di 8’ê Tîrmehê de li Guvenparkê ya Enqereyê daxuyaniyê bide û ber bi Meclisê ve bimeşe.    Ji endamên înîsiyatîfê û endama Kolektîfa Feminîst a Aralikê Ferîde Eralp, pêvajo nirxand û got ku di pêvajoyên çareseriyê de gotina jinê nayê dîtin û li ser maseyên muzakereyan derdên jinan tên paşguhkirin.    TÊKEOŞÎNA HEVPAR   Ferîde Eralpê got ku beşeke girîng ê civakê jin in, gelek destkeftiyên wan hatine desteserkirin û wiha domand: “Em xeyala aştiyeke ku jin tê de azad dijîn bikin û li gorî vê bixebitin. Tevgera jinê, di têkoşîna aştiyê de xwedî mîrateyeke xurt e. tevgerên jinan ên Tirkiyeyê ji salên 90’î heta niha tevî tevgerên feminîst û tevgera jinên Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîneke hevpar dimeşîne. Ji bo vê jî gelek rêxistin, platform û zemîn hatin avakirin. Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî versiyona wê ya dawî ye.”    DI PÊVAJOYÊ DE TECRUBEYÊN JINAN   Ferîde Eralp, anî ziman ku tecrubeyên jinan ên di têkoşîna aştiyê de jî parçeyeke pêvajoyê ye û wiha pê de çû: “Hemû pirsgirêkên welat girêdayî hev in. Çawa ku em li welat pirsgirêka demokrasiyê ya çareseriya pirsgirêka Kurd bi hev re dinirxînin, divê em çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka azadiyê ya jinan, newekheviya zayenda civakî û hwd. jî bi hev re binirxînin. Di şer de jin û hezkiriyên wan dimirin. Malên her du aliyan hildiweşin, ji gundên xwe tên koçkirin û avakirina jiyana nû dixin ser milê jinan. Gelek astengiyên mezin didanin pêşiya jinan ku bi zimanê xwe neaxivin. Divê ev tevek li navenda vê pêvajoyê bên bicihkirin û jin bibin parçeyeke pêvajoyê.”    DAXWAZÊN LEZGÎN   Ferîde Eralp, gavên divê bi lezgînî bên avêtin jî wiha rêz kir: “Bila siyaset êdî weke sûc neyê dîtin, qanûnên weke Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ku zemîna vê çêdike bên rakirin, girtiyên nexweş û yên siyasî bên berdan, operasyonên li derveyî sînor bên sekinandin, sepanên herêmên ewlehiya taybet bên rakirin û leşkeran nebin wan herêman. Bila hemû qeyûman paşve bikişînin, KHK’a Hejmar 674 ku bi hinceta OHAL’ê kete meriyetê û zemîna tayînkirina qeyûman çêdike bê betalkirin.”    'BERPIRSYARTÎ LI SER MILÊ HER KESÎ YE’   Bi domdarî Ferîde Eralpê anî ziman ku dewlet li şûna aştiya navxweyî û hevrûbûnê, ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn hewl dide “eniya navxweyî tehkîm bike” û axaftina xwe wiha qedand: “Em welatekî ku tu kes nayê çewisandin, keda wan nayê xwarin, nayê xizankirin dixwazin. Di serî de muxalefet, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser derdorên civakî yên derveyî tevgera Kurd.”    MA / Yeşîm Tukel