Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît 2025-07-01 09:24:52 AMED -  Malbata Rozerîn Çukur a di qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hatibû qetilkirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê ya “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” û got: “AYM’ê jî edalet pêk ne anî.”  Rozerîn Çûkûr a 17 salî di dema qedexeyên li ser navçeya Sûr a Amedê de, di 8’ê Çileya 2016’an de hatibû qetilkirin û piştî 5 mehan cenezeyê wê dabûn malbata wê. Di lêpirsîna der barê mirina wê de ji bo Rozerîn Çûkûrê îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate kirin û biryara "Hewcehî bi şopandinê nîne" hate dayin. Malbata Rozerîn Çûkûrê, bi rêya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” di 18’ê Mijadara 2020’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê jî ji bo Rozerîn Çûkûrê îdiaya “Endama rêxistinê” kir û biryara “Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” da.    Dayika Rozerîn Çûkûrê, Fahriye Çûkûr û bavê wê Mûstafa Çûkûr têkildarê biryara AYM'ê axivîn û bertek nîşan dan.    Mûstafa Çûkur, diyar kir ku Rozerîn beriya kuştina xwe bi 2 mehan jî diçû dibistanê, perwerdehî didît û got: “Berê pevçûnê bi 20 rojan me Rozerîn ji dibistanê girt. Lewre hawirdor ne ewle bû. Tu ciheke Amedê ne ewle bû lêbelê Rozerîn diçû dersxaneyê. Ji ber vê yekê biryara AYM'ê siyasî ye. Tespît nekirine ku Rozerîn bi çek bû ye. Dema AYM delîl dixwaze, Wezareta Karên Hundir wek delîl axaftinên bêtêlê û cihgirtina navê wê di belgeyan de nîşan dide. Ji ber vê yekê hûn çawa kesekî dikin endamên çekdar? Me ji bo dozê, dosya bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Îşala DMME biryareke di cih de bide û bêalî tevbigere."    BALKIŞANDIN SER PÊVAJOYÊ   Çûkûr, bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û diyar kir ku gelek dosyayên wek Rozerînê hene bi bêcezabûnê ve biencam bûne. Çûkur, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi bîr xist û rave kir ku divê di vê pêvajoyê de polîtîkayên bêcezakirinê bên rojevê û bên nîqaşkirin.   ‘BI PÊNÛSA XWE VE ÇÛ, CENAZEYÊ WÊ HAT’   Dayika wê Fahriye Çûkûrê jî daxuyand ku dema keça wê hatiye kuştin sivîl û xwendekar bû û wiha axivî: “Dema keça min hate qetilkirin biunîforma bû. Bi lênûsk û pênûsa xwe ve kete nava Sûrê. Keça min ji bo ezmûna çû Sûrê. Wê demê taxa me hatibû dorpêçkirin. Keça min 20 rojan nekarîbû biçe dibistanê, ji dibistanê pir hez dikir. Xwendekareke serkeftî bû. Ji bo wê çûbû cem hevalê xwe kaxiza xwe ya ezmûn bigire. 5 saet dem dabûn wan û keça min di wir de asê me û nekaribû derkeve. Piştre agahiya mirina wê hat. Li gorî agahiyên ku bi me ra hatine parvekirin, keça min dema di kuçeyê de dibeze ji jor de ji aliyê sekvan ve bi guleyekî ve te qetilkirin.”   ‘DEMA HATE QETILKIRIN SIVÎL BÛ’   Fahriye Çûkûrê, bertek nîşanê îdiaya AYM'ê da ku dibêje di destê wê de çek hebû û di pevçûnan de hatiye qetilkirin da û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ger delîl hebûnadê nîşan bidana lê delîl tune ne. Bi guleyekî ve hate qetilkirin. Dema hatî qetilkirin unîformaya dibistanê li ser bû û ev wêne bi salan e li cem min veşartî ye. Keça min ne şervan bû û di destê wê de çek nebû. Dewlet ji bo xwe mafdar derxe tiştekî dibêje. Ez dixwazim tavilê doza keça min li DMME’yê bi encam bibe. Ez dixwazim kujerên keça min derbikevin. Em 10 sal in li edaletê digerin û edaletê dixwazin. Edalet nîne û me nedît. Me edalet li AYM'ê nedît. Înşela li DMME’yê bibînin. Ger edalet hebûya ev 10 sal in dê doza me nehata redkirin û şûn de venegeriya.”   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel