Dema binçavmayinê ya êrişkar Tengîoglû dirêj kirin 2025-05-05 11:40:53   STENBOL - Dema binçavmayinê ya Selçûk Tengîoglû ku êrişî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kiribû, hate dirêjkirin.    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel duh beşdarî merasîma oxirkirina Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) bûbû. Dema Ozel ji navendê derketî, kesê bi navê Selçûk Tengîoglû bi kulman êriş kir û hate binçavkirin. Dema binçavmayînê ya Tengîoglû 24 saetan hate dirêjkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tengîoglû di demên berê de 2 zarokên xwe qetil kiribû û piştre bişert hatibû berdan.