Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin 2025-05-05 09:50:24   AMED - Welatiyên ku di tevahiya rojê de çûn serdana şîna Sirri Sureyya Onder a li Amedê, soza “mezinkirina têkoşînê” dan.     Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Onder, ji hêla bi deh hezaran kesan ve li Goristana Zîncîrlîkuyu ya Stenbolê hate definkirin. Ji bo Onder, li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan jî şîn hate danîn. Gelek kes hatin serdana şîna li Amedê hatibû danîn.    Welatiyên hatin serdana şînê, Onder weke “Qasidê aştiyê” pênase kirin û gotin ku pir xemgîn in.    'NAVÊ XWE LI DÎROKÊ NIVÎSAND’     Muşeher Ulker, da zanîn ku Onder ji ewil bi rêya filmekî nas kiriye û piştî tev li siyaseta Kurd bûyî jî derfet dîtiye pê re sihbetê bike. Muşeher Ulker, got: “Li ser fîlmê wî pê re axivîm. Min ji xwe dipirsî ka dikare bi tena serê xwe têbikoşe. Rojekê min ji Onder pirsî. Keniya û got; ‘Heke di mejiyê mirov de hebe, çi kar jî dibe bila bibe dawiya wê têkoşîn e.’ Wê demê gelek keyfxweş bûm û min ew hembêz kir. Ji ber mirina wî gelek xemgîn im. Navê xwe li dîrokê nivîsand. Wî ji bo gelê Kurd destê xwe danî bin kevir. Sembola aştiyê bû. Ji bo pêşeroja me têkoşiya. Gelek pê êşiyam ku beriya aştiyê bibîne çû. Têkoşîna wî didome.”      Zekiye Yilmaz jî got ku ji ber xemgîniya xwe ya ji mirina Onder nekariya heta serê sibehê razê. Zekiye Yilmaz, Onder weke kesekî “kedkar” nirxand û got ku ew ê têkoşîna wî bidomînin.    ‘ME ALA WÎ DEWR GIRT’     Sema Koç ku tevî Onder di xebatan de cih digirt jî ev tişt anî ziman: “Têkiliyên wî yên bi mirovan re pir xurt bûn. Gotin û hestên wî bandoreke mezin li me tevan kiribû. Beriya wefata xwe, di hevpeyvînekê de digot ‘Ji bo aştî û biratî bê vê xakê ez amade me her berpirsyartiyê li xwe bigirim.’ Bêyî ku aştiyê bibîne me ew winda kir. Vê xakê zarokên xwe yên herî hêja oxir kir. Em xemgîn in. Xwezî encama têkoşîna xwe bidîta. Soza me heye ku dê aştî û biratiyê bînin vê xakê. Me ala wî dewr girt û ruhê wî bila şad be.”    ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVE’      Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter ku hatibû serdana şînê jî wiha got: “Onder, ji bo gelên bindest û kedkaran kesekî gelek biqîmet bû. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê têkoşiya. Ji bo gel, bawerî û nasname bi hev re bijîn têkoşiya. Ji bo gelek pir biqîmet bû. Berpirsyartiya têkoşîna rêhevalê me Sirri, li ser milên me ye. Banga me li hemû gelan û kesên demokrasî û edaletê dixwazin ew e ku xwedî li têkoşîna hevalê me Sirri derkevin. Soza herî mezin a ji bo Sirri, mezinkirina têkoşîna wî ye.”    ‘ŞÎNA ME DIDOME’     Ji Dayikên Aştiyê Necmiye Yaşar jî got ku Onder bi her awayî nûnerê nirxên mirovahiyê bû û got: “Em dixwazin êdî aştî bê. Bila kesek negirî. Sirri Sureyya Onder kesekî aştîxwaz bû. Em ê têkoşîna wî mezin bikin.     ” Harun Ozunlu jî got ku dê rêhevalên Onder têkoşîna wî bidomînin û got: “Em xemgînin, şîna me didome.”    MA / Bêrîvan Altan